Di Hilbijartinên Fransayê de rêjeya tevlîbûnê hat ragihandin
PeyamaKurd-Gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariya Fransayê, ber bi saetên dawî ve diçe. Hat ragihandin ku rêjeya beşdariya gera duyemîn, ji % 63,2 ye.
Hilbijartinên Serokomariya Fransayê, bi hevrikiya Emmanuel Macron û Marine Le Pen ber bi saetên dawî ve diçe. Hat zanîn ku bi saeta herêmî; rêjeya tevlîbûnê ya heta 17:00an ji %63 ,2 e. Hat ragihandin ku ev rêje ji hilbijartinên sala 2017an, 2 puan kêmtir e.
Ji bo Hilbijartina Serokomariyê, li Fransaya ku xwedî 67 milyon serjimêr e, 48,7 milyon kes, diçin ser sindoqan û serokomarê nû hildibijêrin. Hilbijartin dê bi saeta herêmî, saet di 20:00an de bi dawî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin