Di hilbijartinên herêmî yên Danîmarkayê de 20 Kurd hatin hilbijartin

19 November 2021 14:30 0 dîtin
Di hilbijartinên herêmî yên Danîmarkayê de 20 Kurd hatin hilbijartin

PeyamaKurd – Di hilbijartinên herêmî yên Danîmarkayê de, 20 Kurd ketin meclîsên şaredariyan.

Li Danîmarkayê roja Duşemê hilbijartin ji bo 98 encûmenên şaredarî û 5 hikûmetên herêmî pêk hat û Encamên hilbijartinê îro diyar bû.

Li gor encamê, dengên Demokratên Sosyal kêm bû û Partiya Gel a Mûhafazakara Konservatîve û Partiya Lîberal Venstre, di hilbijartinê de bi ser ketin. Partiya Gel a Danîmarkayê ya ku dijminatiya biyaniyan dikir, derbeke giran xwar.

Herwiha di hilbijartinan de 5 jê jin, 20 Kurdên Bakurê Kurdistanê ketin meclîsên şaredariyan.

Li Danîmarkayê ya ku nifûsa wê 5,7 milyon e, 4 salan carekê hilbijartinên herêmî tê lidarxistin. Di hilbijartina herêmî de, 2021 endamên meclîsê hatin hilbijartin.