Di kemîna DAISê de polîsekî Iraqê hat kustin, 4 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala êrîş birine ser hêzên Iraqê û di encamê de polîsek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Medya Iraqê ragihandiye ku şeva borî çekdarên DAIŞê li nêzî çerxerêya navçeya Xerîra ya parêzgeha Diyalayê, komek polîsên iraqê xistine kemînê.
Hat diyarkirin ku di encama kemîna DAIŞê de polîsek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan di nav polîsên birîndar de, rêveberê polîsan yê bajarokê Eybar a Diyalayê jî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin