Di navbera Misir û Iraqê de 15 girêbestên avadankirinê hatin îmzekirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîneke rojnamevanî ya digel hemkarê xwe yê Misirê Mistefa Medbolî de ragihand ku wan li ser çend mijaran li hev kirine û 15 girêbestên muzakereyan îmze kirin.
Li gorî ofîsa ragihandinê ya Serokwezîr Kazimî, girêbestên hatine îmzekirin li ser veguhestinê, dahatên avê, tenduristî, jîngeh, edalet, fînans, avakirin, lêkirin, endustrî, bazirganî û darayî ne û Misir li beramberî dahatên petrolê wê Iraqê avadan bike.
Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbolî jî gotiye: "Wê planeke demî ya diyar ji bo çalakirina muzakereyên di navbera Iraq û Misirê de hatine îmzekirin bê danîn."
Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbolî herwiha daye xuyakirin: "Bexda û Qahîrayê bi lez li ser aktîfkirina komek ji projeyên ku pisporên misirî pêk bînin, li hev kirine û herdu aliyan li ser doza ewlehiya avê ya di navbera her du welatan de jî li hev kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin