Di navbera sînorên Bakur û Rojhilat de kolberekî Kurd hat kustin

16 May 2021 18:06 0 dîtin
Di navbera sînorên Bakur û Rojhilat de kolberekî Kurd hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariya îro 16ê Gulanê danê sibehê li nêzîkî gundê Axberze yê bajarê Selmasê, ku dikeve ser sînorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Hat zanîn ku di wê êrîşê de kolberekî kurd bi navê Zabit Alxanî (46 salî) can daye ku bixwe xelkê Selmasê bû û bavê sê zarokan bû.