Di navbera Tirkiyê û Nîjerê de ‘beyana hevkariya petrol û xazê’ hat îmzakirin

17 July 2024 23:24 0 dîtin
Di navbera Tirkiyê û Nîjerê de ‘beyana hevkariya petrol û xazê’ hat îmzakirin

PeyamaKurd - Di navbera Tirkiyê û Nîjerê de beyana hevkariya petrol û xazê hat îmzakirin. Bi îmzakirina beyanê re armanc ewe ku di navbera dezge û şîrketên her dû welatan de, dan û stendinan zêde bikin.

Li gor ragihandina wezareta enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê; wezîr Alparslan Bayraktar, wezîrê karên derve Hakan Fidan, wezîrê bergiriyê Yaşar Güler li Nîjerê hevdîtinan kirine.

Piştî hevdîtina bi serokwezîrê Nîjerê Ali Mahamane Lamine Zeine re, wezîr Bayraktar bi wezîrê madenê yê Nîjerê bi Abarchi Ousmane re, bi wezîrê petrolê Mahaman Mustafa Barké re û bi wezîrê enerjiyê bi Amadou Haoua re civiyane.

Bayraktar beyana ji bo petrol û xazê bi wezîrê Nîjerê re îmze kir. Xebatên destnîşankirî wê li gor teqwîmekî dewam bikin.