Di navbera Tirkiyê û Özbekistanê de 18 peyman hat îmzekirin

07 June 2024 00:04 0 dîtin
Di navbera Tirkiyê û Özbekistanê de 18 peyman hat îmzekirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokkomarê Özbekistanê Mirziyoyev, li Tirkiyê li Kulliya serokkomariyê bi merasim 18 peymanan îmze kirin. Peyman di wexta civîna sêyem ya Konseya Hevkariya Stratejîk ya Bilind ya navbera her dû welatan de hatin îmzekirin. Peymanên îmze kirine ev in:

Protokola dadweriyê, ya xwendina bilind, rêvebiriya giştî, ya bazirganiyê, ewlehiya berheman û kalîta wan, ya danûsitendinan û medyayê, ya sanayiyê, ya çandiniyê, perwerdeya çandiniyê, ya nîzama teknîkî û endazyariyê, ya geşepêdanê, tûrîzm, ya çandê, ya enerjiyê, bajarvanî û guherîna kêşûhewayê, ya malbatê û jinê, ya kadastroyê, ya dîjîtal teknolojiyê ne.