Di navbera Tirkiye û 2 welatan de hevdîtin hat kirin

19 December 2022 01:30 0 dîtin
Di navbera Tirkiye û 2 welatan de hevdîtin hat kirin

PeyamaKurd-Rayedarên Tirkiye, Almanya û Yunanîstanê, li Brukselê hevdîtineke sêalî kirin. Hat diyarkirin ku hevdîtin, li ser zindîkirina pêwendiyan hatiye lidarxistin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Berdevkê Wezareta Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, Şêwirmendê Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve Jens Plotner û Dîrektora Ofîsa Dîplomatîk a Serokwezîrtiya Yunanîstanê Anna Maria, li Brukselê hatine gel hev.

Hat zanîn ku di hevdîtina sêalî ya navbera rayedarên Yunanîstan, Tirkiye û Almanyayê de li ser zindîkirina qenalên pêwendiyê hatiye kirin.

Li ser naveroka hevdîtinê û encamên ku derketin pêş, agahiyên zelal nehatin parvekirin.