Di operasyona ser PKK/KCKê ya bajarê Erzeromê de 12 gumanbaran binçav kirin

06 October 2023 22:42 0 dîtin
Di operasyona ser PKK/KCKê ya bajarê Erzeromê de 12 gumanbaran binçav kirin

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Erzeromê bi sedema ku ketine nav xebatên rêxistina PKK/KCKê hêzên asayîşê 12 kesan xistiye binçav. Operasyona ku navenda asayîşa Erzeromê kiriye, bi rêvebiriya asayîşa bajarên Balıkesir, Hatay û Kırşehirê re bi koordîne hat kirin.

Li gor ragihandina hêzên asayîşê; tesbît kirine ku yek ji wan di ser medya civakî de propoganda PKK/KCKê kiriye û di salên berê de ew kes di rêvebiriya bajarê Erzeromê ya HDPê de cîh girtiye û tevî wî 12 kesan girtine binçav.

Piştî temamkirina ewraqên wan ya di asayîşa Erzeromê de, wan birine dadgehê û dadgeh kesên bi navên Y.P, Ş.S, Ş.G, A.A, T.Y, D.D, N.K, E.D, M.D, F.K. û R.D. qedexeya derketina derve ji bo wan danîne û wan bi şertê kontrola edlî serbest berdane. Y.İ. bi sedema ku endamê rêxistinêye, wî şandine zîndanê.