Di Pirtûkxaneya Nistimanî ya Yûnanîstanê de besek taybet ji bo pirtûkên Kurdî tê vekirin

01 July 2021 10:33 0 dîtin
Di Pirtûkxaneya Nistimanî ya Yûnanîstanê de besek taybet ji bo pirtûkên Kurdî tê vekirin

PeyamaKurd –  Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Kurdistanê diyar kir, Hikûmeta Yûnanîstanê razî bû di Pirtûkxaneya Niştimanî ya Yûnanîstanê de, beşek taybet ji bo pirtûkên Kurdî were vekirin.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Kurdistanê da zanîn, piştî xebatek dirêj me Hikûmeta Yûnanîstanê razî kir da ku beşa pirtûkên Kurdî di Pirtûkxaneya Niştimanî ya Yûnanîstanê de were vekirin.

Wezaretê bang li nivîskarên Kurd kir, berhemên xwe wek pirtûk û CD ji wan re bişînin da ku cihê xwe di pirtûkxaneya niştimanî ya Yûnanîstanê de bigrin.

Bi gotina Wezaretê, ev dibe derfetek da ku pirtûkên nivîskarên Kurdistanê di asta navdewletî de jî were nasîn.