Di qeza li Sabiha Gökçenê 1 kes mir 157 birîndar hene

06 February 2020 02:03 0 dîtin
Di qeza li Sabiha Gökçenê 1 kes mir 157 birîndar hene

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser bûyera balafirgeha Îstenbolê ya Sabiha Gökçenê ku balafira şîrketa taybet bû û ji 40 metreyî ket jêr û bû 3 perçe, peyamekî da. Koca got ku di encamê de yek kes jiyana xwe ji dest daye û 157 kes birîndar bûne.

Balafira aîdê rêya hewayî ya Pegasûs dema xwedanî balafirgehê, balafir şemitî û ji ser rêya xwe (pîst) derket û agir bi balafirê ket. Wezîr Fahrettin Koca weha got:

“157 kes birîndar bûn. 6 kes li beşa çavdêriya nexweşxanê ne û tên taqîbkirin. Halê birîndaran ciddî ye. Dibe birîndarek bê emeliyatkirin. Lê yek kes jiyana xwe ji dest daye.”

Birînên pîlotên balafirê xedarin ji ber ku balafir ji hewa bi 30-40 metre bilindahiyê ketine ser pîstê. Pîlot kesê herî berpirsiyare heya temamê rêwiyên balafirê terk nekin, nabe ku ew ji balafirên derên.