Di rapirsiya dawî de encam guherîn!
PeyamaKurd- Li gorî encamên rapirsiya kompaniya lêkolînê ya raya giştî Areda Surveyê ku di 15 û 20ê Nîsana 2023yan de kiriye, Erdogan di gera yekem de ji % 51,4; Kemal Kiliçdaroglu ji % 41,8 û Muharem Înce jî ji % 4,6ê dengan bi dest dixe.
Di rapirsiyê de derket holê ku Partiya Çep a Kesk sêyemîn partiya herî mezin e, Partiya ÎYÎ di bin bendê de ye û AK Partî jî ji % 41ê dengan digire.
Encamên balkêş ên Areda Surveyê ku bi beşdariya 17,400 kesan di navbera 15-0-20-ê Nîsana 2023yan de hatiye kirin de bi vî awayî hatin weşandin:
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa,"Heger vê yekşemê hilbijartina Serokomariyê çêbibe, hûn ê dengê xwe bidin kê?” ev encam derketin holê.
Her wiha hat diyarkirin ku di hegera ku hilbijartin derbasî gera duyemîn bibin de tercîha beşdaran ji % 53,5 Erdogan e û rêjeya gotine 'Kemal Kiliçdaroglu' jî ji % 46,5 e.
Li ser dengdayîna ji bo partiyên siyasî jî ev encam derketin holê:
AK Partî: Ji % 41,1
CHP: Ji % 25,4
Partiya Çep a Kesk: Ji % 10,1
MHP: Ji % 8,8
IYI Partî: Ji % 6,9
Partiya Memleket: Ji % 3,3
Hat destnîşankirin ku lêkolîn bi teknîka CAWI ya ku yek ji rêbazên lêkolînê yên mîqdar e û bi "Panela Dîjîtal a Bingeha Profîla Areda Survey" hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin