Di êrîsên Basûrê Lubnanê de 45 kes hatin kustin

22 September 2024 12:00 0 dîtin
Di êrîsên Basûrê Lubnanê de 45 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşa Îsraîlê ya roja Înê li ser taxên başûrê Beyrûdê gihîştiye 45 kesan.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, saziyên pêwendîdar dest bi lêkolîna diyarkirina nasnameyên kuştiyan kirine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed, li ser êrîşa doh da zanîn ku li herêma Camûsê ya başûrê Beyrûdê xebatên rakirina kavilan didomîne.

Hêjayî gotinê ye, Artêşa Îsraîlê roja Înê li herêma Camûsê civîna fermandarên Hizbullah bombebaran kiribû û fermandarên payebilind ên Hizbullah Îbrahîm Eqîl û Ehmed Wehbî jî di nav de 16 endamên Hizbullahê hatibûn kuştin.