Di êrîsa hewayî ya Îsraîlê ya bi ser Xezeyê de 2 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî canê xwe ji dest da

23 October 2024 13:22 0 dîtin
Di êrîsa hewayî ya Îsraîlê ya bi ser Xezeyê de 2 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Anadolu (AA) radigihîne; di encama êrîşa Îsraîlê de ya li dijî wesayîteke Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA)ê ya li bajarê Deyr el-Belahê yê Xezeyê, 2 xebatkarên UNRWAyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatine wergirtin, cenazeyên xebatkarên UNRWAyê yên di êrîşa balafirên bêmirov ên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, rakirine Nexweşxaneya Şehîd Eqsayê ya li Dêra Belahê.

Şahidên bûyerê jî ragihandine ku di êrîşê de 2 karmendan jiyana xwe ji dest daye, dema ku artêşa Îsraîlê li kolana Selahedîn wesayîteke UNRWAyê bi mûşeka ji balafireke bêmirov hedef girtiye.

Îsraîlê di 5ê cotmehê da bi îdiaya ku “navenda fermandariya Hamasê ye” li Cibaliyê ya li bakurê Xezeyê baregeha UNRWAyê xistibû.

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini di 18ê cotmehê de di peyama xwe de diyar kiribû ku hejmara xebatkarên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)yê yên ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA)yê yên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê de mirine ji 7 Cotmeha 2023yan ve 231 kes e.