Di serê bi PJAKê re leskerekî Îranê hate kustin

17 June 2023 13:29 0 dîtin
Di serê bi PJAKê re leskerekî Îranê hate kustin

PeyamaKurd Li Merîwan a Rojhilat, di şerê li dijî PJAKê de leşkerek ji Artêşa Pasdarên Îranê can da.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihand, êvara Înê li Merîwanê di şer û pevçûna bi “dij-şoreşgeran” de serbazekî Supaya Pasdarên Îranê can da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ku derbarê heman şerî de agahî da û diyar kir, li Merîwanê di şerê navbera Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Artêşa Pasdarên Îranê de, leşkerekî Pasdarên Şoreşê can daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Hengaw di daxuyaniya xwe ya derbarê şer de ev tişt anî ziman:

Şeva borî li gundên derdora Merîwanê di navbera Artêşa Pasdarên Îranê û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de, di encama şerê çekdarî de herî kêm endamekî Pasdaran hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.