Di sewata daristanên Hawaî de 89 kesan can da, 2 hezar û 200 avahî hilwesiyan

13 August 2023 10:59 0 dîtin
Di sewata daristanên Hawaî de 89 kesan can da, 2 hezar û 200 avahî hilwesiyan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama şewata daristanan a li giravên Hawaîyê de hejmara mirinan gihîştiye 89 kesan ku di sed salên dawî de ziyana herî mezin çêbûye. 

Parêzgarê Wîlayeta Maui Josh Green ragihand, hejmara qurbaniyan gihîştiye 89 kesî û dora 1418 kes ji giravê hatine derxistin.

Berpirsên Amerîkî dane xuyakirin, agir bi kêmanî ve 2200 avahî li rojavayê Maui hilweşandiye yan jî zirar gihandiyê wan.

Serokê Amerîka Joe Biden Hawaii wekî herêmeke bobelata xwezayî ragihand û li herêmê Hêzên Ewlekariya Neteweyî hatin bicihkirin. Biden got, ji bo fînansekirina hewldanên hawarhatinê û dubare avakirinê, beşek ji alîkariyên federal ji Maui re hatiye terxankirin.