Di teqîna xazê de li Rojhilatê Kurdistan ji heman malbatê 6 kes mirin

14 January 2023 02:37 0 dîtin
Di teqîna xazê de li Rojhilatê Kurdistan ji heman malbatê 6 kes mirin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Bokanê di encama ku di xazê de qaçax çêbûye teqînekî çêbû û di encamê de ji heman malbatê 6 kes mirin. Teqîn li gor sitea rojhilat di 06.45an de çêbû. Avahiya ku tê de teqîn çêbû temamê wê hilweşiya û 3 avahiyên li kêleka wê bûn, ji %70 yê wan hilweşiya.

Di teqînê de kesê bi navê Gafur Şahemmedi, hevjîna wî Gulçîn, kurê wan  Muhammed Şahemmedi, hevjîna wî Leyla Kedxuda û zarokên wan Nîla û Nîma jiyana xwe ji dest dan. Dibe di bin enqazê de hinek kes mabin.

Şîrketa xazê ya bajarê Urmiyê mijarê derew derdixe û dibêje di malê de maddeyên teqemeniyê hebûne. Weka her carê çawa rêvebiriya Îranê ti carî xetayên xwe qebûl nakin, di vê bûyerê de jî hema tewrê xwe nîşan didin. Hem Bokan bajarekî Kurdaye û xelkê Kurd tê de dijî.

Kesên can dan wan birin goristana Bokanê û wan li wê derê defin kirin.