Di welgerandina otobusê de 9 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li welatê Brezîlyayê li eytaleta Sao Paulo, li bajarê Tambauyêyê dema otobus diçû navça Ribeirao Pretoyê, welgeriya û di encamê de 9 kes mirin û 25 kes birîndar bûn. Hat gotin ku otobus bi sedema baran bariyabû û rê şematek bû qeza kir.
Li gor çapemeniya Brezîlyayê; otobus li ser rêya Deputado Cunha Bueno welgeriya. Îtfaiye û ambûlansan şandin ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên der û dorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin