Di xwepêsandana li Qamîslo de HSDê bê posterên Öcalan û ala PKKê bûn

19 December 2024 22:43 0 dîtin
Di xwepêsandana li Qamîslo de HSDê bê posterên Öcalan û ala PKKê bûn

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamîşlo ji bo destekê bidin HSDê xwepêşandan hat kirin û di xwepêşandanê de posterên PKKê û Öcalan tinebûn. Xwepêşandan di bin Rêvebiriya Xweser de hat kirin.

Çalakvan ragihandin ku ew bi HSDê û Rêvebiriya xweser re ne, ala HSDê û ala nû ya Sûriyê bilind kirin. Sloganên ku qêriyan yên “Bijî Berxwedana HSDê”, “Bimre Faşîzm”, “HSD hêza me ye” û “Emê bi hêzên xwe re bin” bûn.

Di çalakiyê de ne posterên Öcalan û ne ala PKKe hebûn.