Di zîndana bajarê Sîrazê ya Îranê de jinekî û mêrekî îdam kirin

19 February 2025 23:45 0 dîtin
Di zîndana bajarê Sîrazê ya Îranê de jinekî û mêrekî îdam kirin

PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Şîrazê di zîndana navendê de, jin a bi paşnavê Bagherinejad û zilamê bi navê Mehdi İranlı hatin îdamkirin. Dadgehê bi sedema bi zanîn mirov kuştibûn, biryara dardakirinê dabûn wan.

Li gor rapora Hemgawê ya Rêxistina Mafên Mirovan; di 16ê Sibata 2025an de, ber destê siba, Mehdi İranli yê 25 salî û jina 45 salî ya bi paşnavê Bagherinejad di zîndana navendê ya Şîrazê de îdam kirine.

Medya dewletê ya Îranê bûyerê ranegihandibû û niha agahî gihaye Hengawê ku bûyerê ji bo raya giştî ragihand.