Dibe ku Erdogan bi heyeta Îmraliyê re rû bi rû hevdîtinê bike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEMê û endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ragihand, dibe ku şanda Îmraliyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Alîkarê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEMê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li ser pirseke ku di weşana HaberTurkê de beşdar bû, bal kişand ser wê yekê ku heyeta Îmraliyê dikare bi Erdogan re hevdîtinê bike.
Onder got, "Bi qasî ku em dizanin dûrî tune ye. Dîsa ne fermî ye, lê ez difikirim ku wê di heyama pêş de nirxandinek rû bi rû were kirin, belkî jî ji bo parvekirina nêrînên wan, gihandina pêşniyarên me û parvekirina pêvajoya ku tê jiyîn wê civînek were kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin