Dijeterora Kurdistanê ji bo rûnistvanên Hewlêrê agahdariyek belav kir

21 January 2024 15:54 0 dîtin
Dijeterora Kurdistanê ji bo rûnistvanên Hewlêrê agahdariyek belav kir

PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê, îro Yekşemê agahdariyek ji bo rûniştvanên Hewlêrê belav kir û hişyarî da xelkê Hewlêrê.

Dijeterora Kurdistanê diyar kir, ji ber ku Hêzên Hevpeyman perwerde û rahênanê dikin, dibe dengê teqînanli Hewlêr û derdora wê bên bihîstin.

Di daxuyaniya îro 21ê Çileyê de hate gotin: “Em hemwelatiyên birêz agahdar dikin ku, ji ber Hêzên Hevpeyman mijûlî perwerde û rahênanê ne, piştî demeke din li Hewlêr û derdora wê dengê teqînê dê bê bîhîstin û hemû aliyan piştrast dikin ku ti metirsiyek tune ye.”