Dilsad Sehab: Rojhilata Navîn ber bi rewseke alozve diçe
PeyamaKurd - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab radigihîne ku metirsiya li Rojhilata Navîn şerekî mezin berbelav bibe heye û divê Iraq û Herema Kurdistanê nebin aliyekî şerê navbera Hamas û Îsraîlê.
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Hewlêrê kir û bi Serok Barzanî, Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, behsa naveroka wan hevdîtinan kir û balê kişand ku Rojhilata Navîn bûye ciyê hevdîtin û serdanên girîng û navçe ber bi rewşeke aloz ve diçe.
Loma jî divê ji bo Iraq nebe aliyê şer û aloziyan û gavên pêwist bên avêtin da ku ew alozî bandor li Iraqê nekin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinên li Hewlêrê de jî "Pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, hilbijartin, mafên Herêma Kurdistanê, mijarên leşkerî û ewlehiyê” hatine nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin