Dilsad Seîd ‘Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah’ wergirt

02 October 2022 12:33 0 dîtin
Dilsad Seîd ‘Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah’ wergirt

PeyamaKurd - Hunermend û mûzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd hêjayî xelata îsal ya hunermendên Efrînî yên dengbêjiyê Cemîl Horo û Bavê Selah hat dîtin.

Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah li bajarê Almanya Bonnê bi merasîmekê bo Dilşad Seîd ji destê romanivîsê Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ve hat pêşkeşkirin.

Ev xelat cara duyem e ku tê dayîn û xelata yekem jî a Cemîl Horo û Bavê Selah, hunermendê Kurd Nizamettin Ariç wergirtibû.

Herdu hunermendên Kurd ên niştimanperwer Cemîl Horo sala 1989an, Bavê Selah jî sala 2014an koça dawî kiribûn û gelek berhem li pey xwe hiştibûn.