Dîndar Doskî: Divê bi sêweyeke mentiqî serederî bi pirsa koçberiyê re were kirin

10 November 2021 11:48 0 dîtin
Dîndar Doskî: Divê bi sêweyeke mentiqî serederî bi pirsa koçberiyê re were kirin

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Dîndar Doskî, li ser pirsa koçberiya ciwanên Kurd ber bi Ewropayê de axivî û da zanîn, divê bi şêweyeke mentiqî serederî bi pirsa koçberiyê re were kirin û ev mesele neye siyasîkirin.

Dr.Dîndar Doskî di hevpeyvînekê de diyar kiriye: ‘‘Pirsa koçberiyê pirseke xerîb nîne û nabe opozîsyon vê bixe ser millê hikûmetê û ji ser wê pirsê ji xwe re dengan peyda bike. Ev pirseke ku divê hikûmet û opozîsyon bihevre gotûbêjê li ser bikin. Tenê sedemeke diyarkirî ya koçberiyê tuneye, belkî pirs û diyardeyeke cîhanî ye divê li parlementoyê hokarên wê werin vekolandin.’’

Di berdewamiyê jî de Dr. Dîndar Doskî eşkere kiriye, şerm e koçber li wan sînoran hişk bibin û hinek ji ser wan ji xwe re dengan peyda bikin û rondikên tîmsahî ji bo wan birjînin. Herwiha Doskî amaje bi wê yekê jî dike tohmetbarkirina hikûmetê di wê çarçoveyê de ne meşrû ye û ev pirs ji hikûmetê û aliyên siyasî mezintir e û divê li ser asta komelgeha Kurdî qisseyên ciddî li ser were kirin.

Dr. Dîndar Doskî qala rêjeya penaberiyê li cîhanê jî kir û da zanîn, di sala 2019an de li Almanyayê nêzîkî 4 milyon kes û li Brîtanyayê 5 milyon û li Tirkiyê 3 milyon û pêncsed hezar kes û li Çînê jî 11 milyon û li Polendayê 4 milyon û le Ukraynayê 6 milyon kes û li Amerîkayê 50 milyon kes koç kirine û koçkirin li seranserî cihanê heye û diyardeyek e.