Dîndar Zêbarî: Hikûmeta Kurdistanê 22 yasayên girîng derxistin...

02 November 2023 18:48 0 dîtin
Dîndar Zêbarî: Hikûmeta Kurdistanê 22 yasayên girîng derxistin...

PeyamaKurd - Kordînatorê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro 2yê Mijdarê di civîneke rojnamevanî ya li Hewlêrê de ragihand, heta niha Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 22 yasayên girîng ji bo jiyana welatiyan derxistine.

Dîndar Zêbarî got, rêvebirina li ser asta sazî û dezgehên Herêmê, dadwerî û parlamento jî di nav de, nirxandineke berfireh heye û diyar kir, li gor amarên şeş mehên derbasbûyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê bicihkirina rasperdeyên navdewletî de, pêşketineke berçav kiriye.

Zebarî da zanîn: “Derxistina yasayan û hevkariya li gel mekanîzma navdewletî ya mafên sivîl û navdewletî, ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir, bazirganiya mirovan, şerê li dijî terorê, dosyayên gendeliyê û bi dehan mijarên din ên ji civaka Kurdistanê re girîng in hatine derxistin.”

Dîndar Zêbarî bibîr xist: “Heta niha me 5 rapor li gorî plana Herêmê belav kirine, rapora herî dawî jî berawirdkirina li ser asta saziyên Herêmê ye û ji saziyên navxwe û navdewletî, konsulxane, rêxistin û ajansên biyanî re hatiye şandin.”

Zebarî anî ziman: “Ya giriîng ji bo me ew e, rêjeya cîbicîkirina rasperdeyên di heyama sala 2023yan de, di hemû astên rêveberiya Herêma Kurdistanê bi taybetî azadî û proseya çaksaziyê de, %10 zêde bûye.”

Zêbarî got ku yasayên Kabîneya Nehem ku dirûşma wê, berpirsiyarî, şefafiyet, azadî, serweriya yasa ye, ji sala 2020 heta 2023yn, 22 yasayên girîng ji aliyê vê kabîneyê ve hatine derxistin û wiha pê de çû: “Wek yasaya madeyên hişbir û bandorên derûnî, yasaya berhemên navxweyî, yasaya bikaranîna amûrên pêwendîkirinê, sererastkirin û parastina yasaya jîngehê, yasaya kar, ku ji bo jiyana welatiyan girîng in.”

Da zanîn jî: “Li ser mekanîzmayên navdewletî jî, Me weke hikûmetê di sê salên borî de, bi dehan raport pêşkêş kirin û bi dehan beşdariyên siyasî û yasayî yên çalak li ser asta Cenêv, Amerîka û welatên Komkara Erebî kirine.”