Dîplomatê Fransî: Rista Nêçîrvan Barzanî, di pêsveçûna pêwendiyan de girîng e

02 July 2023 17:30 0 dîtin
Dîplomatê Fransî: Rista Nêçîrvan Barzanî, di pêsveçûna pêwendiyan de girîng e

PeyamaKurd- Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Olivier Decottignies, di pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de rol û rista Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bilind nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber bidawîbûna erka wî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya rola Olivier Decottignies a di bipêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir û hêviya serkeftinê di erkên wî yên siberojê de xwest.

Olivier Decottignies, di hevdîtinê depesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa de da û spasiya piştevanî û hevkarîkirina Nêçîrvan Barzanî ya di dema karkirina wî de kir û hêviya heman piştevaniyê ji bo cîgirê wî jî xwest.

Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de ji bilî pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê, mijarên cuda yên ku ji bo herdu aliyan girîng in jî hatin gotûbêjkirin.