"Divê hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi besdariya kêmneteweyan were kirin"
PeyamaKurd – Serokê UNAMI Hennis-Plasschaert diyar kir ku divê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di nava 4 mehan de bi beşdariya kêmneteweyan were kirin.
Seroka Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert li Konseya Ewlekariyê ya NYê li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê raporek pêşkêş kir û daxuyanî da.
Hennis-Plasschaert derbarê Herêma Kurdistanê de jî got:
“Em hêvîdar in di zûtirîn dem de roja hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê were diyarkirin û eşkerekirin. Divê kêmnetewe jî beşdarî hilbijartinên ku di heyama 4 mehan de bên kirin, bibin. Ji bo hebûna baweriya siyasî hilbijartinek giştî û zelal pir pêwîst e."
Herwiha Hennis-Plasschaert ragehand ku, eger dorpêça li ser herêma Kurdistanê berdewam be wê paşeroja herêmê ne diyar bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin