Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê li dijî PKKê biryarê da

13 March 2025 20:41 0 dîtin
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê li dijî PKKê biryarê da

PeyamaKurd – Dadgeha Giştî ya Yekîtiya Ewrûpayê berê di derbarê heyiyên fînansê yên PKKê de, li dijî PKKê biryarê dabû. PKKê li biryarê îttîrazê kiribû ku heyiyên PKKê yên fînasê serbest bên berdan û dosyayê biribû Dadgeha Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê.

Dadgeha Edaletê ya YEyê, biryara dadgeha giştî tesdîq kir û qebûl nekir ku heyiyên PKKê serbest berde. Sedem jî ji ber PKK di lîsta wan ya terorê de ye û tevgerên PKKê rewa nînin.

Bi vê biryarê, Dadgeha Luksembûrgê biryarên dadgeha giştî yên di navbera salên 2015-2017 û salên 2019, 2021, 2022an tesdîq kir.

PKKê, li dijî biryarên Konseya Yekîtiya Ewrûpayê ku ji serok û serokwezîrên dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê pêk tê, ji ber PKK di nav lîsta terorê de ye û biryara heyiyên darayî yên PKK ê cemidandibû, PKK li dijî biryarên wan doz vekiribû lê dadgeha giştî li dijî PKKê biryarê dabû.