Diyarbekir | Li Erexenî gorên sindoqî yên 3000 sal berî zayînê hatin dîtin
PeyamaKurd – Li navçeya Erxenî ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, 3ê gorên sindoqî yên dîroka wan digihe Beriya Zayînê 3 hezar salan hatin dîtin.
Hat diyarkirin ku gorên ku di encama xebatên tîmên arkeolojîk de hatine dîtin yên serdema Neolotîk ên destpêka jiyana mirovan a niştecihbûnê û çandiniyê ne.
Ew gorên sindoqî li devera Qotê Berçem a Erxeniyê hatine dîtin ku dîroka wê deverê jî digihe heta 10 hezar sal berî zayînê ku ji bo dîroka mirovahiyê xwedî giringiyeke mezin e.
Cara yekem sala 1964an li wir kolanên arkeolojîk hatine kirin lê di sala 1991ê de ji ber rewşên ewlekariyê hatine rawestandin û 7 sal berê jî ji nû ve xebat dest pê kirine.
Hat diyarkirin ku ji despêka kolanê ve 4 gorên sindoqî yên hestiyê zêdetirî 400 kesan tê de bûn li heman deverê hatine dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin