Dr Vîyan: YJK amadekariya qonaxeke din a têkosîna wekhevî û neteweyî dike
Peyama Kurd - Sekretera Giştî ya Yekîtîya Jinên Kurdistanê (YJK) Vîyan Silêman got: “Yekîtiya Jinan rêxistineke ku cihê baweriya jinên Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê yên olî û etnîkî ye.”
YJK, Li Hewlera paytexta Herêma Kurdistanê, bi beşdarîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gellek payedarên siyasî û pêşengên civakê, 9emîn kongreya xwe pêk anî.
Sekretera Giştî ya YJK di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û got: “Yekîtiya Jinan rêxistinek e, cihê baweriya jinên Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê yên olî û etnîkî ye.”
Sekretera Giştî ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Dr. Viyan Silêman di gotara xwe de got: “Piştî lidarxistina kongreya heştemîn, di nava 5 salan de ji sala 2018 heta 2023an, me bi hemû hêza xwe hewl da ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê bipêş bixin. Di warê karînên mirovî de jî me kar kir ku kadroyên me di asta herî baş de xizmeta armancên rêxistinê bikin.”
Dr. Viyan Silêman anî ziman ku wan hewl daye pirsgirêka jinan bibe mijareke giştî, di vê çarçoveyê de, 100 hezar û 499 jin ji hemû xebatên rêxistinê sûd wergirtine, her wiha 3 hezar û 497 çalakiyên perwerdeyê, kursên pîşeyî û semînerên hişyariya siyasî û civakî hatine dayîn.
Diyar kir jî, di vê heyamê de jî, projeya şêwirmendiya berî zewacê bi hevahengiya li gel tenduristiyê hatine pêşkêşkirin. Projeya piştevaniya tenduristiyê ji bo zarok û jinên malbatên kêmderamet, bi beşdariya 200 pizîşkên xwebexş di projeyan de û pêşkêşkirina çareseriyê ji 370 nexweşan re hatine kirin.
Dr, Viyan diyar kir ku wan 1388 alîkariyên civakî ji bo jinên malbatên kêmderamet, herwiha cîbicîkirina projeyan ji bo bazarkirina berhemên destî yên jinan û ji bo jinan peydakirina derfetên kar hatine kirin.”
Silêman tekez kir ku, kongre di demekê de tê lidarxistin, Yekîtiya Jinan amadekariya qonaxeke din a têkoşîna wekhevî û neteweyî dike, ku rewşa herêmê û Kurdistanê di demeke diyarker re derbas dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin