Du servîsên karkeran li hev qelibîn: 18 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê, du servîsên karkeran li hev qelibîn û di encama wê qezayê de 18 kes birîndar bûn.
Li ser rêya sereke ya navbera Riha û Dîloka bakurê Kurdistanê, di encama qezayeke trafîkê de 18 karker birîndar bûn.
Li ser Rihayê û Dîlokê du minîbusên karkeran li hev qelibîn. Di encamê qezayê de herdu şifêr û 16 karkerên ji bajarên cuda cuda birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên derdorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin