Dunford: Gavên yekalî xizmeta berjewendiyên hevpar ên Amerîka-Tirkiyê nakin
PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford, li ser pirsa ku Tirkiye dixwaze herêma ewle ya ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi tenê kontrol bike, diyar kir ku kontrola yekalî ya Tirkiyê bo herêma ewle xizmeta berjewendiyên hevpar ên Amerîka-Tirkiyê nake.
Dunford li Konseya Pêwendiyên Derve gotarek pêşker kir û li ser mijara rêkeftina ligel Tirkiyê ya herêma ewle got, “Metirsiyên rewa yên Tirkiyê bo sînorê Sûriyê hene. Em bi wan re bi berdewamî di nav danûstandinê de ne û van hefteyên dawî jî pir dixebitin. Li ser navenda hevbeş a operasyonê lihevkirin çêbû.”
Di berdewamê de jî Dunford destnîşan kir ku ew dikarin metirsiyên Tirkiyê ji holê rakirin û got, “Heger Enqere tenê herêma ewle kontrol bike, ew dê ti fêdeyê nede berjewendiyên dualî.”
Dunford bal kişand ser, “Îhtimala ku bixwe bikevin Sûriyê heye, lê ev fêdê nade berjewendiyên me yên hevpar.”
Sererkanê Amerîkayê dubare got ku ew di têkoşîna dijî DAIŞê de piştgiriya HSDê dikin û ji bo têkoşîneke çalak li dijî DAIŞî bidin jî pêdiviya HSDê bi alîkarî û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî heye.
Dunford got, ‘Ji bo dabînkirina ewlehiya deverên ji destê terorîstan hatine rizgarkirin perwerdekirina hêzên herêmî girîng e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin