Dûvpisk û kelmêsan Navsûra Amedê dagir kirin
PeyamaKurd - Piştî germbûna hewayê, duvpişk û kelmêşan 15 taxên navçeya Sûrê ya parêzgeha Amede ya bakurê Kurdistanê dagir kirin.
Şêniyên van taxan diyar kirin ku ew ji tirsa vedana dûvpişkan û kelmêşan, bi şevan nikarin rakevin.
Şêniyên van taxan diyar kirin ku piştî ketina demsala havînê ku hewa germ bû dûvpişk û kelmêş û mêşên reş malên wan dagir kirine û ew bi taybetî ji ber vedana dûvpişkan metirsîdar in. Şêniyan her wih diyar kirin ku ew bi şevan jî ji ber vedana kelmêşan nikarin rakevin.
Yek ji şêniyên nav Sûrê da zanîn ku îsal heta niha tenê carekê ji bo dûvpişkan dermandan hatiye kirin û angaşt ku ji bilê vê, ji bo dûvpişkan ti xebateke bergiriyê ya derman nehatiye kirin.
Şêniyên nav Sûrê dan zanîn ku li 15 taxên nav Sûrê heman pirsgirêk heye û bang li rayedaran kirin ku ji bo dûvpişk, kelmêş û mêşên reş, karê dermankirinê tavilê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin