DYA: Em ji bo derbasbûna bi rêkûpêk a rêveberiya nû ya Trump amade ne

08 November 2024 10:28 0 dîtin
DYA: Em ji bo derbasbûna bi rêkûpêk a rêveberiya nû ya Trump amade ne

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir ku Wezareta Parastinê (Pentagon) amade ye ku bi rêkûpêk derbasî rêveberiya nû ya Serokê hilbijartî Donald Trump bibe û "hemû fermanên qanûnî" bicîh bîne.

Daxuyaniya ku Austin ji endamên artêşê re şandibû ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Austin di belavokê de diyar kir ku wê ji bo rêveberiya nû ya Trump veguherînek aram, bi rêkûpêk û profesyonel pêk were û got, "Wek her car, artêşa Amerîkî wê amade be ku tercîhên siyasî yên fermandarê xwe yê paşîn bi cih bîne û tevaya fermanên qanûnî yên zincîra fermandariya sivîl bicîh bîne."

Austin herwiha di belavokê de diyar kir ku artêşa Amerîkayê wê "li derveyî qada siyasî bimîne", bi prensîb û profesyonelî welêt biparêze û bi hevalbend û hevkaran re tevbigere.