DYA mûsekan li Almanyayê bi cih dike: Rûsya bertekek leskerî difikire

11 July 2024 15:20 0 dîtin
DYA mûsekan li Almanyayê bi cih dike: Rûsya bertekek leskerî difikire

PeyamaKurd - Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wê mûşekên dûravêj bişîne Almanyayê, Rûsyaya ku DYAyê bi zêdekirina tengijînê tawanbar dike, "bersivên leşkerî" difikire.

DYAyê biryar da ku ew ê çekên dûravêj ku di nav wan de mûşekên Tomahawk jî hene, ji Almanyayê re bişîne. Li gorî daxuyaniya hevpar a her du welatan, wê ji sala 2026an û pê ve DYA van çekan bişîne Almanyayê.

Hate hînbûn ku wê mûşek ji bo "ewlehiya Ewropayê" li Almanyayê bêne bicihkirin, lê belê, ji aliyê din ve Rûsyayê jî ragihand ku ew ê "bersiveke leşkerî" bidin vê pêngavê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de got: "Bêyê êşik û hestan, beriya her tiştî em ê ji vê leyztika nû re bersiveke leşkerî bi pêş bixin." Lê belê Ryabkov di derbarê bersivê de hûrgilî neda.

Meha borî, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku divê Rûsya hilberîna mûşekên navînavêj û dûravêj ên xwedî taybetiya nukleerhilgir bidomîne û got: “paşê em ê biryar bidin ku van mûşekan li ku bicih bikin.”

Peymana Hêza Nukleerî ya Reagan û Gorbaçov di 2019an de bi dawî bû

Di daxuyaniya hevpar a Washington û Berlînê de hate destnîşankirin ku mûşekên şêlşop ên SM-6 û Tomahawk û çekên hîpersonîk ên ku menzîla wan ji hemû mûşekên li Ewropayê dûrtir in wê li Almanyayê bêne bicihkirin.

Peymana Hêza Nukleerî ya Reagan û Gorbaçov ku di 1987an de ji aliyê serokê wê demê yê DYAyê Ronald Reagan û serokê Yekîtiya Sovyetê Mîxaîl Gorbaçov ve hatibû îmzekirin, bikaranîna mûşekên bejayî yên ku menzîla wan ji 500 kîlometreyan zêdetir e, qedexe kiribû.

DYA, di 2019an de bi fermî ji peymanê vekişiya. Di dema îmzekirina biryara vekişînê de, Serokê wê demê yê DYAyê Donald Trump gotibû: "Rûsya jixwe beriya niha bi salan vê biryarê binpê dikir."