DYAyê firotina Patriotan ji bo Almanyayê pejirand

17 August 2024 10:02 0 dîtin
DYAyê firotina Patriotan ji bo Almanyayê pejirand

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) erê kir ku 600 alavên moşekên Patriot bi nirxê giştî 5 milyar dolar bifroşe Almanyayê.

Li gorî ragihandina Ajansa Ewlekariya Parastinê û Hevkariyê ya Pentagonê (DSCA) ji Kongreyê re hatiye dayîn, Wezareta Karên Derve ya DYAyê firotina çekên nû ji bo Almanyayê pejirand.

Li gorî daxuyaniyê, alavên têkildarî 600 moşekên Patriot ên bi nirxê giştî 5 milyar dolarî bidin Almanyayê.

Bi vê peydakirinê re, tê çaverêkirin ku Almanya stokên xwe yên kêmbûyî ji nû ve tije bike piştî ku hejmareke mezin a çekan bide Ukraynayê.

Herwiha hat destnîşankirin ku firotina mijara gotinê wê ji bo berdewamiya ewlehî û îstiqrarê li Ewropayê alîkariyek girîng bike.

Almanya piştî DYA wek welatê ku herî zêde desteka leşkerî dide Kîevê tê zanîn.