DYAyê li ser Ekrem Îmamoglû daxuyanî da

20 March 2025 10:30 0 dîtin
DYAyê li ser Ekrem Îmamoglû daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Tammy Bruce diyar kir ku ew ê li ser lêpirsîna teror û gendeliyê ya ku li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye destpêkirin şîrove nekin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce civîneke çapemeniyê li dar xist.

Bruce bersiva pirseke rojnamevanekî Amerîkî ya derbarê lêpirsînên piştî desteserkirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû de wiha got: "Em rêzê ji biryarên welatekî din re di karûbarên navxweyî de digirin. Em ji wan jî hêvî dikin ku rêzê li mafên mirovan ên demokratîk bigirin."