Ebdullahyan û Heniye li ser serê dijî Îsraîlê axivîn: Wê Komên Berxwedanê biryarê bidin!

01 November 2023 18:22 0 dîtin
Ebdullahyan û Heniye li ser serê dijî Îsraîlê axivîn: Wê Komên Berxwedanê biryarê bidin!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan, li paytexta Qeterê Dohayê bi Serokê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê hate ragihandin ku Ebdullahyan û Heniye li ser rewşa dawî ya Filîstînê axivî ne û Ebdullahyan gotiye; “Bêguman netewe û berxwedana Filîstînê di qada şer de aliyê serkeftî ye.”

Herwiha Ebdullahyan li ser berfirehkirina şerê dijî Îsraîlê jî diyar kiriye, “Wê biryara ser herêmê komên berxwedanê bidin. Pêwîst nake komên berxwedanê li benda biryarên siyasî bimînin.”

Ebdullahiyan, Amerîka jî wekî aliyekî şerê Hemas-Îsraîlê pênase kir.