Ebulxeyt ji Mesrûr Barzanî xwest besdarî Komkara Erebî bibe

13 February 2024 19:49 0 dîtin
Ebulxeyt ji Mesrûr Barzanî xwest besdarî Komkara Erebî bibe

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dubaîyê daxuyanî dan rojnamevan.

Ebulxeyt derbarê hevdîtinê de got: “Min hêviya xwe ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî re diyar kir, eger serdana Misirê bike, ez dê dilxweş bibim ku li Komkara Erebî amade bibe”.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt da zanîn: “Min bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behsa pêwendiyên me yên herêmî kir, ji wan jî pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên herêmê re. Herwiha me behsa rewşa Rojhilata Navîn jî kir”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubaî de beşdar e ku 12ê Sibatê dest pê kir û bi tevlîbûna 25 serok û berpirsên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêxistinên navdewletî, 300 wezîr û 120 şandên hikûmetan heta 14ê Sibatê dewam dike.

Serokwezîr Barzanî doh 12ê Sibatê li lûtkeyê gotarek bi zimanê Ingilîzî pêşkêş kiribû û gotibû gelê Kurdistanê xwedî daxwazeke rewa ya destnîşnakirina mafê çarenivîsa xwe ye û lazim e rêz li mafên gelê Kurd ên rewa bê girtin.