Efrîn | Teqînek çêbû : Kustî û birîndar hene

04 November 2021 12:38 0 dîtin
Efrîn | Teqînek çêbû : Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Efrîn û Raco, teqînek çêbû û di encam de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, do şev dema ku otomobîla Erebekî hawirde li nêzîkî gundê Goliya ya Jêrîn li ser rêya Raco ji rê derketibû, krên hatibû da ku otomobîlê rakêşe ser rê û di dema hewla rakişandina otomobîlê de, mînek ji paşmayê şer teqiya ye û di encamê de, şofêrê kirênê û 2 zarok birîndar bûne û alîkarê şofêr jî can daye.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji roja 18ê Adara 2018an ketiye bin kontorola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê.