Ehmed Sera: Divê çek tenê di bin banê dewletê de bin

25 February 2025 17:32 0 dîtin
Ehmed Sera: Divê çek tenê di bin banê dewletê de bin

PeyamaKurd – Serokê qonaxa demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera di Kongreya Diyaloga Niştimanî de axivî û got, ew hişyariyê didin hemû kesên yekîtiya Sûriyeyê dixin metirsiyê ku parçebûnê qebûl nakin. Herwiha Şera diyar kir ku neçariyek e çek tenê di destê artêşa fermî de bin û ew hebûna ti hêzeke din qebûl nakin di nav dewletê de.

Şera da xuyakirin, "Yekdestiya çekan pêwîste di bin banê dewletê de be ku ev yek ne luksek e, berevajî erk û neçariyek e.”

Ehmed Şera li Şamê di vekirina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê de ragihand ku divê êş û zehmetiyên Sûriyeyiyan bên fêmkirin û faktorên pêşketina Sûriyeyê bên berçavgirtin.

Ehmed Şera got, "Dîroka Sûriyeyê di nav sedsalê de, di nav gelek astengiyan re derbas bû. Di vê demê de Sûriyeyiyan gelek êş û zehmetî dîtin, piştî wê şoreşa pîroz a Sûriyeyê hat û serkeftineke mezin hat bidestxistin û Sûriye hat rizgarkirin."

Serokê Sûriyê bang li endamên kongreyê kir, "Em bindestiyê qebûl nakin, Sûriyeya îro ji we dixwaze hûn li hev bikin ne ku nakokiyan ava bikin. Sûriyeya îro ji we dixwaze hûn ji bo diyarkirina çarenûs û paşerojê danûstandinan bikin, Sûriyeya îro piştî ku ji aliyê nifşên xwe ve hatibû piştguhkirin ketiye destên xwediyên xwe."

Ehmed Şera herwiha got: "Sûriye dibistaneke ji bo jiyana hevbeş û hemû cîhan jê fêr bûye, em di qonaxa nû avakirina dewletê de ne, komkirina çekan di destê dewletê de erk e û divê bê kirin. Sûriye perçebûnê qebûl nake û hêza wê di yekîtiyê de ye."

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 600 kes beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê bûne û ti aliyên siyasî yên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di kongreyê tune ne. Partiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê yekalî ye û boykot dikin.