Ehmed Sera: Me leskeriya neçarî betal kir, ya xwebexsî anî
PeyamaKurd - Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera got ku wan leşkeriya neçarî betal kiriye û ya xwebexşî hilbijartiye ku heta niha bi hezaran xwebexş tevlî artêşa Sûriyê ya nû bûne.
Ehmed Şera ligel berdevkê berê yê serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair, beşdarî bernameyeke dengî bû û tê got, wan leşkeriya neçarî nesepandiye, lê belê leşkeriya xwebexş hilbijartiye.
Şera diyar kiriye, bi hezaran xwebexş tevlî artêşa Sûrî ya nû bûne, ku hejmareke mezin ji ciwanan ji Sûriyê reviyabûn.
Herwiha Şera gotiye, ciwanên ji ber leşkeriya neçarî ya rejîma berê reviyabûn bi vê biryara nû re rizgar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin