Ehmed Sera wê ji bo Lûtkeya Erebî biçe Qahîreyê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li ser banga Misirê Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ji bo Lûtkeya Ereban a awarte ya ku li Qahîreyê bê lidarxistin hat vexwendin.
Çavkaniyên dîplomatîk ên Erebî doh Duşemê 10ê Sibata 2025ê piştrast kirin ku Ehmed Şera wê beşdarî civîna awarte ya Lûtkeya Erebî ya ku biryar e 27ê Sibatê li Qahîreyê were lidarxistin, bibe.
Rojnameya El-Erebî El-Cedîd li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatine wergirtin, ragihand ku Şera wê beşdarî lûtkeyê bibe û dibe ku bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî re hevdîtinekê pêk bîne.
Civîna Bilind a Ereban ku wê di 27ê Sibatê de li Qahîreyê bê lidarxistin, wê mijarên krîtîk ên wekî geşedanên dawî yên li Xezzeyê, planên jicîhûwarkirina bi darê zorê ya Filistîniyan û polîtîkayên Îsraîl-Amerîkayê bên nirxandin.
Di daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Misirê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku lûtke ji bo geşedanên xeternak ên di doza Filistînê de bên nîqaşkirin hat lidarxistin.
Çavkaniyên dîplomatîk ên Erebî bal kişandin ser vê yekê ku ji ber gefên Israîlê û rewşa metirsîdar a pirsgirêka Filistînê, rêberên Ereban hewl didin ku nêrînên xwe di vê qonaxê de bikin yek, ji bo beşdarbûna Şera di lûtkeyê de tu astengî tunene.
Li gorî zanyariyan, di van demên dawî de têgihiştinek erênî di navbera Misir û rêveberiya nû ya Sûriyê de derketiye, nemaze piştî ku Misrê piştgiriya xwe ya ewlehiyê bi rêya Tirkiyê ji rêveberiya nû ya Sûriyê re piştrast kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin