El-Asî daxwaza girtina qada hewayî li Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî Tirkiyê kir

26 July 2022 10:59 0 dîtin
El-Asî daxwaza girtina qada hewayî li Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Zêdan El-Asî, daxwaza girtina qada hewayî li Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî balafirên dewleta Tirk kir.

Li gor Zêdan El-Asî da zanîn, dewleta Tirk balafirên bêmirov bi kar tîne û hewl dide ewlehiya herêmê û aramiya wê têk bibe û eşkere kir: “Armanc ji van gef û êrîşan ew e ku çekdarên DAIŞê vejîne.”

Herwiha got: “Piştî êrîşên Tirkiyê, tevgera şaneyên DAIŞê zêde bû, nexasim li herêmên rojhilat.”

Herî dawî Zêdan El-Asî bang li Konseya Ewlehiyê ya NYyê kir ku balafirên bêmirov ên li dijî gelê Sûriyê têne bikaranîn, qedexe bike û qada hewayî ya herêmê li pêşiya gera balafiran bigire.