El Erebiye: HTSê li Samê dest danî ser navenda YNKê û mala Mam Celal
PeyamaKurd - Televizyona El Erebiye ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Proseya Leşkerî ya Hikûmeta demkî ya Sûriyê ku girêdayî Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ne, li Şamê dest danîn ser navenda YNK û mala Mam Celal.
Li gorî nûçeya ku bi çavkaniyeke dîplomasiya Iraqê tê spartin, çekdarên asayîşa HTŞê sê cih desteser kirine, ew jî baregeha YNK û cihê mayîna nûnerên wan û xaniyekî ku xwediyê wê sekreterê berê yê YNKê Celal Talebanî ye.
Hatiye diyarkirin, desteserkirina baregeh û malê di derengiya şeva de Înê pêk hatiye, lê wê demê ji ber hewl û danûstandinên vegerandina wan nehat ragihandin.
Li gorî zanyariyan, YNK li gel asayîşa Şamê li ser xetê ye, ji bo ku navenda navbero li YNKê bê vegerandin.
Hêjayî gotinê ye, YNK di sala 1975an de, li Sûriyê hatiye damezrandin û çalakiyên xwe li wê derê destpê kiriye. Ji ber wê jî pêwendiyên wê yên siyasî û dîrokî li gel desthilatiya berê ya Sûriyê hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin