El Qaîde û ISÎDê, banga cihada cîhanî kir!
PeyamaKurd- El Qaîde û rêxistina terorîst a IŞÎDê, bang kir ku “şerê li Xezayê bikin cihada ku li hemû cîhanê belav bibe” kir.
Malpera nûçeyan a Long War Journal a girêdayî Weqfa Parastina Demokrasiyan (FDD) ku navenda wê li Amerîkayê ye, amaje bi daxuyaniyên rêxistinên îslamî yên radîkal ên ku di du hefteyên dawî de hatine weşandin kir ku ‘dibe ku li Rojhilata Navîn û Rojava bibe sedema bûyerên terorîstî yên nû.’
Di daxuyaniya ku ji aliyê El-Şebab a ser bi El Qaîdeyê ve hat weşandin de hat gotin ku şerê li Xezayê, ne tenê ji bo komên Misliman ên li herêmên Filistînê, şerê tevahî umeta Îslamê ye.
IŞÎDê, banga cîhadê kir!
Li aliyê din rêxistina terorîst a IŞÎDê, di kovara xwe ya propagandayê ya El Naba de îdia kir ku divê şerê li Xezayê derbasî welatên din bibe.
IŞÎDê banga "armanckirina niştecihên cihûyan li Amerîka, Ewropa û tevahiya cîhanê û şewitandina balyozxaneyên Cihû û Xaçparêzan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin