Elawî: Avakirina hikûmeta nû bêyî besdariya Tevgera Sedr wê rewsa Iraqê aloztir bike
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Tevgera Wetenî ya Iraqê Ayad Elawî li ser twitterê diyar kir û got, avakirina hikûmeta nû bêyî beşdariya Tevgera Sedr ku serketiya yekem a hilbijartinan e, îsbat kir ku ew ne li pê peywiran, bi qasî avakirina hikûmeteke niştimanî ye.
Elawî di peyama xwe de eşkere kir: “Çêtir bû ku hemû hewlên xwe bidin ji bo vegerandina Tevgera Sedr ji bo proseya siyasî û diyalogeke niştimanî ji bo avakirina hikûmeteke hevpeymanî ku xizmeta hemû zarokên gelê Iraqê bike.”
Hêjayî gotinê ye, ev peyama Ellawî, piştî ku Parlamentoya Iraqê piştî destjikarberdana fraksiyona Sedr dest bi hewlên berdewamkirina proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû kiriye hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin