Elawî li ser bûyerên Necefê peyam belav kir: Em ê daxwazan bicih bikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê erkdarkirî Mihemed Tewfîq Elawî, li ser bûyerên dawî yên êrîşên xwepêşanderan li Necefê peyamek belav kir.
Elawî di peyama xwe de dibêje, giringtirîn daxwazên xwepêşanderan ku encamdana hilbjartinên pêşwext e, ew dê demê bo hilbijartinê destnîşan bikin û bicih ji bikin.
Mihemed Elawî tekez kir, ew bi cidî lêkolînê li ser bûyerên Necef û binpêkirinên dijî xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê dikin û lêpirsînê li ser her berpirsên tundûtujiyan didin destpêkirin.
Elawî got ku xwîna Iraqiyan hêla sor e û hikûmeta dahatî kar ji bo bicikirina daxwazên xwepêşanderan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin