Emine Erdogan, bi sekreterê gistî yê Neteweyên Yekgirtî Guterres re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Hevjîna serokkomarê Tirkiyê ya Tayip Erdğanî, Emine Erdoğan, bi sedema wê tevlî daniştina navdewletî ya ‘sifir bermayî’ bibe ku di 30 yê adarê de têkirin, li New Yorkê bi sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) bi Antonio Guterres re hevdîtin kir. Hevdîtin li baregeha Neteweyên Yekgirtî çêbû û bi Emine Erdoğan re wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoğlu û nûnerê daîmî yê Tirkiyê yê li NY balyoz Sedat Ünal hebû. Li ser mijara bermayiyên gilêşê yên sifir Guterres got:
“Proja ku bermayên wan sifirin, ne tenê proja hawridoriyêye lê di heman wextê de tevgerekî ku em tamamê dinyayê dawetê wê dikin û tevgera berpirsiyariyê ye. Para we ya di guherîna kêşûhewayê de gelek zêdeye û gelek sipasiya we dikim. Silavên min ji bo birayê min Tayip Erdoğan ragihînin.”
Guterres, teklîfê li Emine Erdoğan kir ku di projê de wê ‘heyeta şêwirmendan’ bê damezrandin û xwest Emine Erdoğan bibe seroka heyetê.
Emine Erdoğan jî ragihand ku wê proje ji bo hawridoriyê bibe çareseryeka baş û proje sîwanekiye ku welat di bin de bicivin. Erdoğan bi sedema desteka erdheja 6 ê sibatê ya NY, sipasiya wan kir û Guterres dawetî ‘roja bajarên Dinyayê ya Habîtatê ya NY’ ku wê di 31 ê cotmehê de bêkirin, kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin